Li Hîndîstanê hejmara miriyan hezar derbas kir
Li Hîndîstanê hejmara miriyan hezar derbas kir
Li Hîndîstanê hejmara miriyan hezar derbas kir
Li Bakurê Hîndîstanê, ji ber karesata xwezayî zêdeyî hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.
Xebatên ji bo rizgarkirina bi dehhezaran mirovên ji ber lehî û şemitîna erd asê mane, ji ber rewşa nebaş a hewayî, bi zehmetî tên meşandin.
Ji ber mij, artêş jî nikare ji bo rizgariya mexdûran helîkopterê bikar bîne. Ji ber vê yekê, li gelek cihan hewl tê dayîn pirên lezgîn werin avakirin.
Yek ji deverên ku hewl tê dayîn pirên lezgîn lê werin avakirin herêm nêzî çiyayên Hîmalaya Ûttarakhand e. Herêm bi rojane di bin bandora giran a barana mûsonê de ye.