Li Hîndistanê baranên mûsonê rê li ber feleketê mezin vedike
Li Hîndistanê baranên mûsonê rê li ber feleketê mezin vedike
Li Hîndistanê baranên mûsonê rê li ber feleketê mezin vedike
Li Hindistanê baranên mûson rê li ber feleketên mezin vedike. Artêş ji bo ku kesên li malan, li ser piran, li riyan mahsur mane rizgar bike, kete nava tevgerê. Tê diyar kirin ku nêzî hezar kesî jiyana xwe ji dest daye.
Li bakurê Hîndîstanê li Uttarakhand û du eyaletên cîranê wê baran barî û li gorî hejmaran 138 kes miriye. Çavkaniyên herêmî û olî diyar dikin ku gumana wan eve ku hejmara miriyan gihiştiye hezarî.
Berdevkê weqfa Ganesh Godiyal ya ku gelek navendên olî yên bajarên Kedarhath û Badrîhat dihunidrîne daxuyaniyek da û got: “Hema hema li her derê cesed hene. Em wisa difikirin ku ji hezarî zêdetir kes mirine.
Parlamenterekê eyaletê Shaîla Ranî Rawat jî da zanîn ku îhtîmala ku 2 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye heye û da zanîn ku herêm bi giştî hilweşiyaye û tu tiştek nemaye.
Ji bo alîkariyê deh hezar leşker û helîkopter ketine dewreyê. Aliyên li herêmê mexdur bûne jî ji turîst û kesê diçû hecê pêk tê.
Rayedaran daxuyanî dan û diyar kirin ku heta 20’ê hezîranê dê alîkariyan bi rêxistin bikin û ji bo alîkariya tibî bigihînin wan dê li wir bin. Tê payîn ku leşker di demek nêzde bigihêjin herêmê. Leşkerekî ku nexwest nasnameya wî bê aşkerakirin wiha got: “Min heta niha tiştekî wisa nedît. Hemû rê xitimîne. Gund hemû hilweşiyane. Her der hilweşiyaye.”
Bi baranên Mûsonê re ax jî dişemite û rewş bi xetere. Hilweşînên axê hemû xanî, avahî, wesayît, pir û rê tune kiriye û niha têkiliya 65 hezar kesî bi cîhan derve re hatiye qutkirin.