Li Hindistanê baranên mûsonê can stendin

Li Hindistanê baranên mûsonê can stendin

Li bakurê Hindistanê, ji ber baranên mûsonê 120 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes jî asê mane. Bi helîkopterên leşkerî, ji mirovên nikarin ji cihên xwe derkevin re, ji hewayê xwarin tê dayîn.

Li bakurê Hindistanê, baranên mûsonê ji ber du hefte zû destpê kirin, mirovên li herêmê bêzar bûn. Li eyaletên Ûtarakhand û Hîmaşal Paradeş, baranên mûsonê bûn sedema barîna sê qat zêde ji barana par.

Wezîrê Alîkariya Mirovî Jaspar Arya got, "110 kesan jiyana xwe ji dest dan. Rêveberiya Eyaletê û Artêş hewl didin alîkarî bi tûrîst û mirovên li diyarên pîroz ên Hîndûyan asê mane, bikin."

Rayedaran, serdanên diyarên pîroz ên li Ûtarakhandê betalkirin. Deriyê ketina Perestgeha Kedarnath bi temamî ji ber heriyê hatiye girtin. Nêzî 10 hezar namzetên hecî jî li herêmê asê mane.

Baranên mûsonê yên dijwar, roja Şemiyê li herêmê destpê kir. Ji bo xizmetdayîna li tûrîst, hecî û gelê herêmê, 40 kamp hatine avakirin. Her weha ji ber ku 21 pirên li herêmê hilweşiyane, gelek gund îzole mane.

Li eyaleta Hîmaşal Pradeşê jî, 500 xanî ji ber lehiyê hilweşiyan, 10 kes ji ber şemitîna erd jiyana xwe ji dest dan.