Li Herêma Firatê 4’emîn Pêşengeha Wêneyan tê lidarxistin

Mamoste Zehredîn Ebdê, diyar kir ku 4’emîn pêşengeha wêneyan wê di 1’ê Cotmehê de bê lidarxistin û got ku, divê tevahî ciwan bi hunera xwe xwedî li çanda xwe derkevin.

Li Herêma Firatê bi pêşengiya mamoste û xwendekaran 1’ê Cotmehê li Parka Ronîwarê 4’emîn Pêşengeha Wêneyan tê lidar xistin. Pêşengeha Wêneyan wê bi dirûşmeya “Em çiqas cihreng bin, li ser tabloya welat dibin yek reng” bi beşdariya 14 xwendekaran pêk bê û 3 roj berdewam bike.

Mamosteya beşa Wênekêşiyê ya Çand û Hunera Baqî Xido Zehredîn Ebdê têkildarê mijarê axivî û got, “Encama keda salekê a şagirtên beşa wênekêşiyê ya Çand û Hunera Baqî Xido ye. Armanca me ji van çalakiyan ew e ku, eleqeya ciwanan hêj bêtir bikêşin ser çandê. Em hêvîdarin ku bi vê wesîleyê, xwendekar hîn zêdetir xwedî li çanda xwe derkevin.”

‘BI RENGÊ XWE CIVAKA XWE BIXEMLÎNIN’

Ebdê, anî ziman ku wan xwestiye bi rengê xwe civaka xwe bixemlînin û wiha domand, "14 xwendekar ku ji demeke dirêj ve dest bi wênekêşiyê dikin, ji bo encam jî bê diyarkirin, ev bû 4 pêşengeh tên lidar xistin. Di encamê de em dixwazin bi rengên xwe civaka xwe bixemlînin."

Ebdê, da zanîn ku Pêşengeha Wêneyan wê bi sernava “Talîzoka Rengan” û dirûşmeya “Em çiqas cihreng bin, li ser tabloya welat dibin yek reng” wiha axivî, “Pêşengeh dê 3 roj berdwam bike. Karê hunerî yek ji karên ku cihekî xwe yê girîng di civakê de heye. Lê wênekêşî cihekî xwe yê taybet heye. Di wêneyê de her yek çîrokek û fikreke.”

Mamoste Zehredîn Ebdê wiha dawî li gotina xwe anî, “Xwendekar gelek in lê tenê 14 xwendekar beşdarî pêşengehê dibin. Gelek xwendekar ji pêşengeha yekem heta ya îro amade dibin û cihê xwe digrin. Em bang li kesên ji wênekêşiyê hezdikin dikin ku, divê xwedî li çanda xwe û wênekêşiya xwe derkevin. Divê em bi rengê xwe civaka xwe rengo reng bikin."