BI DÎMEN

Li Helsinkî ji bo bendava Tişrînê şeva hunerî

Kurdan li Helsinkiyê ji bo berxwedana Bendava Tişrînê û Qereqozaxê şevek hunerî lidar xistin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ji bo piştgiriya berxwedana Bendava Tişrînê û pira Qereqozaxê li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê şevek hunerî lidar xist. Helbestvan Soran Zekî û Erdîlan Ebdo tevlî bernameyê bûn. Hunermandan bi helbestên xwe berxwedanê silav kirin û hestên xwe anîn ziman.

Di şeva hunerî de ji bo bîranîna şehîdên berxwedanê jî gelek berhem hatin pêşkêşkirin. Ji bo xwedî derketina li bîranîna şehîdan bang hate kirin û behsa mîrateya şehîdan hate kirin.

Di şevê de ji hemû malbatên şehîdan re sersaxî hate xwestin û soza bilindkirina berxwedanê hate dayîn.