Li navçeya Kirikhana Hatayê di navbera du malbatan de şerê çedkarî derket û di encamê de 4 kes mirin û kesek jî birîndar bû.
Li gundê Aktutan ya navçeya Kirikhana Hatayê di saetên nîvro de ji ber deyn, di navbera du malbatande şerê çekdarî derket. Li gorî îdiayan şer ji ber deynê bîra avê derketiye.
Welatiyê bi navê Alî Çolak (55) deynê xwe ji hevalê xwe yê bi navê Beyazit Çolak (65) xwestiye. Çolak jî 2 hezar TL. aniye daye Çelîk. Ji ber ku Çelîk gotiye ev pere hindik e, di navber wan de nîqaş derketiye. Nîqaş veguherî şerê çekdarî û di encama şer de Alî Çelîk û kurê wî Mehmet Çelîk (24), Beyazit Çolak û kurê wî Haluk Çolak (26) jiyana xwe ji dest dane. Kurê Alî Çelîk, Mustafa Çelîk (25) birîndar bû û ji bo tedawiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Antakyayê.
Der barê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.