Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê 9 hezar û 770 kes mirin

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve li Şerîda Xezeyê di êrîşên Îsraîlê de 9 hezar û 770 kes hatine kuştin.

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji dema destpêkirina şerê li hemberî Îsraîlê û vir ve li Şerîda Xezeyê di êrîşên Îsraîlê de 9 hezar û 770 kes hatine kuştin, ku 4 hezar û 800 ji wan zarok in.

Li gorî wezaretê ji 7'ê Cotmehê û vir ve ji kesên hatine kuştin 2 hezar û 550 jê jin e.

Li gorî bîlançoya nû ya Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê êvara Şemiyê di bombardûmana li ser kampa penaberan a Maghazî de ku li navenda Şerîda Xezeyê ye 45 kes hatin kuştin û nêzî 100 kes jî birîndar bûn.