Li Ewropayê skandala goştê hespan

Li Ewropayê skandala goştê hespan

Skandala gotşê hespan li Ewropayê mezin dibe. Di zincîreya xwarinên lezgîn a bi navê tex-mex Taco Bel de ku goştê çêlekan bi kar dianî, goştê hespan hate dîtin. Rêxistina Ewlekariya  Xûrekan a Îngilîstanê ragihand ku di restûranta navborî de li şûna goştê çêlekan goştê hespan hatiye dîtin.

Taco Bel a ku têkiliya wê bi rêze restorantên Yum Brands a DYA’yî re heye, aşkere kir ku li seranserê welêt di sê restorantên wan de goştên hespan hatine firotin. Ev skandala firotina goştê hespan, di meha çileyê de jî li Îrlandayê aşkere bibû.

Her wiha di nava berhemên Birds Eye yên li Belçîkayê de jî goştê hespan hatibû dîtin. Her wiha hatibû diyarkirin ku di nava goşt de dermana phénylbutazone ya ku didin hespan jî hatibûn dîtin. Tê diyarkirin ku ev derman ziyanê dide tenduristiya mirovan.