Li herêma Evry ya paytexê Fransa Parîsê Dîwana Denbêjên Evdalê Zeynikê li Navenda Çanda Mezopotamya ya Rîs Organiş şahiyek li darxistin. Di şahiya ku nêzî 100 Kurdistanî tevlîbûn de, stranên dengbêjî hatin gotin.
Axaftina vekirina şahiyê Hozan Marûf kir. Hozan Marûf da diyarkirin ku, çanda dengbêjiyê wêjeya Kurdan ya devkiye. Marûf behsa girîngiya çanda dengbêjiyê kir ku, çanda Kurdan heya roja me ya îro anî, kir.
Piştî axaftinên di derbarê çanda dengbêjiyê de Hozan Marûf û dengbêj Emîrşah, Sidik, Şefîk, Mehmet û Hacî Xwedêda stranên dengbêjî qîrkirin.