Li Ermenîstanê Sarkisyan careke din hate hilbijartin

Li Ermenîstanê Sarkisyan careke din hate hilbijartin

Di hilbijartinên serokkomariyê yên Ermenîstanê de careke din serokkomar Serj Sarkisyan bi ferqek aşkere bi ser ket. Reqîbê Sarkisyan Raffi Hovanisyon îdîa kir ku dihilbijartinê de hîle hatiye kirin û nerazîbûn nîşan da.

Li gorî encamên dawî yên hilbijartinê ku ji aliyê Komîsyona Navenda Hilbijartinê ve hate aşkerekirin, Serj Sarkisyaon ji sedî 58,64ê dengan wergirt, reqîbê wî Wezîrê Derve Raffi Hovanisyon ji sedî 36,75 wergirt. Li gor komîsyonê tevlîbûna hilbijartinê weke ji sedî 60 ragihand.

Piştî hilbijartinê berdevkê Partiya Komargir ya Sarkisyan, Edouard Charmazanov axivî û got:  "Ev di dîroka Ermenîstanê de hilbijartina herî serbixwe bû”

Reqîbê Sarkisyan Raffi Hovanisyon îdîa kir ku dihilbijartinê de hîle hatiye kirin û nerazîbûn nîşan da.