Li Ermenîstanê baran û teyrokê li malen Kurdan xist

Li Ermenîstanê li herêma Elegez ya gundên Kurdan  ji ber barana zêde ziyaneke mezin giha zevî û rêyên gund .

Li gundên Elegez, Derik, Çamişvan, Sîpan, Avşîn û Kûrûbogaz yên herêma Elegezê baran û teyrokê li malên Kurdan xist.

Jİ ber barana zêde zeviyên Kurdan zirareke mezin dît, li aliyê din jî rêyên gundan xirab bû.

Li ser vê rewşê li gundê Elegez keyeyên gund û komîsyona tespîtkirina zirarê ya ku ji aliyê dewletê ve hatî erkdarkirin ji bo tespîta zirarê li hev civiyan.

Piştî civinê komîsyona li gundan geriyan,tespîta zirara gundiyan kirin û diyarkirin ku wê zirara wan ji aliyê dewletê ve bê dayîn.