Li Elmanyayê çalakiya ''Azadiya Hunerê û Derbirînê''

Li Elmanyayê di çalakiya 'Azadiya Huner û Derbirînê'' de li dijî polîtîkayên nîjatperest ên Elman û Tirk helwest hate nîşandan.

Li Wîesbadanê ji Çile û vir ve li Mûzeya Letîtung Nassauîscher Kunstvereîn Wîesbadanê ku pêşangaha şêwekat Zehra Dogan jî tê de heye çalakiyeke bi sernavê ''Azadiya Huner û Derbirînê'' çalakiyeke hate kirin.

Ji beriya çalakiyê performansek hate nîşandan. Di performansê de Zehra Dogan paçekî spî li meydanê raxist û navê jinên ku 2015 û 2016'an di êrîşên qirker de hatibûne qetilkirin nivîsand.

'DEWLETA ELMAN DIVÊ HESABÊ VÊ BIDE'

Dogan qumaşê ku navê jinên qetilkirî li ser fesiland, kire kin û piştre û çarika spî ya jinên Kurd bi şivekê ve kir, bi piyekî xwas li navenda bajêr meşiya. Dogan got: ''Ev ala alaya berxwedanê ye. Hemû tangên ku me dikijin bi markaya Elmanan in. Divê dewleta Elman hesabê komkujiyê bide, ev ala ne tenê li dijî dewleta Tirk, her wiha li dijî dewleta Elman jî tê hejandin. Raya giştî ya Eman divê li bara vê bêdeng nemîne.''

Piştî performansê li mûzeyê Mîkaîl Aslan û Cemîl Koçgirî jî stan gotin. Her wiha Ferhat Tunç jî tevlî nav çalakiyê bû, Kurdan eleqayeke mezin nîşan da.

Piştî stranan gotebêjiyek hate kirin. Bi modaratoriya koordînatora mûzeyê Elke Gruh gotebêjek hate kirin. Di gotebêjê de Şêwakar Zehra Dogan axivî.

Dogan bal kişande ser komkujiya Hanuyê ya li Elmanyayê û got: ''Di nav wan kesan de ku hatine kuştin 5 Kurd jî hebûn. Ev mirov li wan xakên ku di nav çar dewletan de hatine dabeşkirin, kî dizane bê ka ji ber çi -lê teqez e ku ji ber jiyaneke rehet û azad e- hatine û li vir ji hêla mirovên nîjatperest û faşîst ve hatine kuştin. Ev e welatê azad?''