Li Efxanîstanê hilberîna tiryakê gihişte asta herî bilind
Li Efxanîstanê hilberîna tiryakê gihişte asta herî bilind
Li Efxanîstanê hilberîna tiryakê gihişte asta herî bilind
Piştî destwerdana DYE û NATO’yê li Efxanîstanê hilberîna tiryakê gihişte asta herî bilind.
Serokê Servîsa Têkoşîna li hemberî Tiryakê ya Federal a Rûsyayê Viktor Îvanov diyar kir ku li Efxanîstanê hilberîna tiryakê gihiştiye asta herî bilind.
Di Konferansa têkoşîna li hember tiryakê ku li paytextê Pakîstanê Îslamabatê pêk hat de Vîktor Îvanov ku axivî û diyar kir ku zeviyên tiryakê yên li Efxanîstanê gihiştîne 200 hezar hektarî û her sal li herêma Avrasya 100 hezar kes ji ber tiryaka Efxanîstanê dimirin.
Li gorî vê rayedarê Rûs diyar kir ku di her 12 salan de milyonek mirov ji ber sedemê bi karanîna tiryakê dimirin. Rayedarê Rûs destnîşan kir ku li Efxanîstanê 4 milyon malbat di çandin, bikaranîn û hilberîna tiryakê de kar dikin.
Rayedarê Rûs got ku: “ Hilberîna tiryaka ku navenda wê Efxanîstane aştî û ewlehiya cîhanê têxe metirsiyê de. Tiryaka li Efxanîstanê ne xwecihiye, navneteweyî tê kirin.”
Rûsya diyar kir ku di sala 2001’an de NATO di bin pêşengtiya DYE’yê de hilberîna tiryakê zêde bûye û lê paşda kişana vê wê rê li ber felaketekî hîn mezintir vebike.
Rûsya diyar kir ku 8,5 milyon kes bi şêweyekî ser hev tiryakê bi kar tîne.