Li Efrînê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bawername li Mamosteyên ku dewreya duyemîn ya mamostetiya zimanê Kurdî li navçeya Şiyê bi dawî kirin belav kirin.
Piştî ku şagirtên ku tevlî dewreya mamosteyan ya zimanê Kurî bûn û dewreya xwe bi dawî kirin SZK’ê ezmûn ji mamosteyên nû re çêkir, şagirtên ku ezmûn bi dawî kirin û bi ser ketin bawernameya mamostetiya Zimanê Kurdû bi dest xistin.
Li navçeya Şiyê ya Efrînê Saziya Zimanê Kurdî SZK bawenameyên Mamosteyan li Şagirtên ku dewreya Mamostetiyê bi dawî kirin û ezmûn bi dawî kirin.
Civîna belavkirina bawernameyan bi beşdariya şagirtan, mamosteyên zimanê Kurdî û bi dehan welatiyan pêkhat. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endama Saziya Zimanê Kurdî Tureya Hisên di civînê de axivî û diyar kir ku zimanê Kurdî tişta herî giringe, ji ber wê giring e ku mirov xwedî li zimanê xwe derkeve. Her wiha Hisên bang li hemû gelê kurd kir xwedî li zimanê xwe derkevin û tevlî perwerdeya ziman bibin.
Li ser navê Saziya Parastina Zimanê Kurdî ya girêdaye Partiya Yekîtî li Sûriyeyê (Elwehdê) Seyid Alan jî di civînê de axivî û diyar kir ku giringe ku mirov zarokên xwe fêrî zimanê Kurdî bike, ji ber ku ziman nasnameya mirovane û pêşeroj û dîroka merov zimanê mirovan e.
Piştî ku axaftin bi dawî bûn helbestên kurdî hatin xwendin. Bawernameyên mamosteyên zimanê Kurdî yên nû li wan hatin belavkirin.