Li Efrîkaya Başûr hevdîtinên ji bo naskirina Enfalê
Li Efrîkaya Başûr hevdîtinên ji bo naskirina Enfalê
Li Efrîkaya Başûr hevdîtinên ji bo naskirina Enfalê
Şandeyeke ji Iraq û Başûrê Kurdistanê ji bo Qirkirina Enfalê ji aliyê Efrîkaya Başûr ve bê nasîn, çûn vî welatî û dest bi hevdîtinan irin.
Şandeya ji nunerên Wezareta Derve û Wezareta Dadê ya Iraqê û Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan a Herêma Kurdistanê ji bo qirkirina Enfalê ku di encamê de bi sedhezaran Kurd têde hatin qetilkirin, ji aliyê Efrîkaya Başûr ve were nasîn, dest bi hewldanan kirin.
Şandeya ku roja 2’yê gulanê çû Efrîkaya Başûr li paytext Cape Townê dest bi hevdîtina kirin û ji aliyê rayedarên Beşa Qanûnê ya Zanîngeha Cape Townê ve hatin pêşwazîkirin. Şande piştre çû serdana Weqfa Aşitiyê ya Toto.
Hêjayê gotinê ye ku komkujiya Enfalê cara yekemîn ji aliyê Iraqê ve weke “qirkirin” hate nasîn. Di sala borî de ji aliyê Swêdê ve û piştre jî ji aliyê Îngilîstanê ve hate nasîn.
Enfal navê wê ji sureta heştemîn a Quranê ye û di wateya Xenîme de ye û ev peyva Enfal ji bo Xenîmeyên şer ê navbera misilman û hêzên ne misilman de 1400 sal berê di dema Hz. Muhemed de hatiye bikaranîn. Seddam ji bo komkujiyên ser kurdan rewa bike wateya Enfalê guherandiye û ew ji bo xwe bi kar aniye. Bi taybetî jî piştî belavbûna tevgera hêzên başûrê Kurdistanê ya di sala 1975’an de komkujiya li ser kurdan zêde bû. Ji salên 1975’an şûnde gundên kurdan hatin hilweşandin û şewtandin.
Wê demê Serokomarê Iraqê Seddam Husên di televîzyona fermî de digot ku ‘Kesên îxaneta niştimanî ya axa Iraqê kirine me ew şandin dojehê’. Ev axaftina Seddam hişt ku komkujiya li ser kurdan zêde bibe. Di vê çarçoveyê de operasyonên qirkirinê yên bi navê ‘Enfal’ pêk hatin. Komkujiya Enfalê di 23’yê sibata 1988’an de dest pê kir û bênavber heta 27’ê îlona 1988’an berdewam kir.
Operasyonên Enfalê ji aliyê hêzên hewayî û bejayî yên artêşê, hêzên asayîş, polîs, cerdevan û hêzên îstîxbaratê pêk hatin û ji aliyê Alî Hesen Mecîdê pismamê dikatatorê berê yê Iraqê Seddam Husên ve hat koordînekirin.
Di encama van operasyonên Enfalê de 182 hezar kurd hatin windakirin û niha jî dem dem cenazeyên wan di gorên komî da tên dîtin. Kesên ku bi awayekî hovane hatin qetilkirin zêdetir zilam bûn. Her wiha jin jî heta niha vê êşa dermirovahî dijîn. Alî Hesen Mecîd ku ji aliyê kurdan wekî Alî Kîmyewî tê nasîn ji ber bikaranîna çekên kimyewî di komkujiya Helepçeyê de ji Seddam xelat wergirtibû.