Li Efganîstanê 8 jin û zarokek hatin kuştin
Li Efganîstanê 8 jin û zarokek hatin kuştin
Li Efganîstanê 8 jin û zarokek hatin kuştin
Li eyaleta Kandahar a Efganîstanê, di encama êrişeke bombeyî ya danê sibê de ji malbatekê 8 jin û zarokekî jiyana xwe ji dest dan.
Berdevkê polîsên eyaleta Kandaharê Gurzang Afrîdî da xuyakirin ku di dema derbasbûna wesaîta malbata diçû merasîma nîşanê de, bombeya li kêleka rê hatibû bicihkirin teqiyaye. Hat ragihandin di bûyerê de 8 jinan û zarokekî jiyana xwe ji dest daye. Di teqînê de li gel ajokarê wesaîtê 3 mêr jî birîndar bûn. Berpirsyariya erişê heta niha kesî negirtiye ser milê xwe.