Li DYE bablîsok: 91 mirî

Li DYE bablîsok: 91 mirî

Li bajare Oklahoma yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, ji ber karesta bablîsokê 20 jê zarok herî kêm 91 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bablîsokê beşeke mezin a bajêr wêran kir

Ji ber baran û bayê dijwar ê 2 rojan, li bajarê Oklahoma yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, karesatek mezin rû da. Di encama bayê ku leza wê saet digihaşt 321 kîlometreyan bablîsok derket. Bablîsokê, di serî de Oklahoma City û Moore gelek taxên bajêr ji nexşeyê xalî kir. 

Di encama karesatê de 20 jê zarok herî kêm 91 kesan jiyana xwe ji dest dan û fikar tên kirin ku hejmara wendahiyan zêdetir bibe. Çavkaniyên herêmî jî dan xuyakirin, ku gelek mal û kargehên li bajêr bi erdê re bûne ye. Her weha tê gotin bi sedan kes jî birîndar hene. Li gorî agahiyan, 70 jê zarok 140 kes li nexweşxaneyan tên dermankirin. Xebatên lêgerîn û rizgariyê yên li bajarê wêranbûyî dewam dikin.

Hat ragihandin, ku bablîsok 30 metre fireh bû û bi qasî 45 deqeyan li ser bajêr geriya. 

Li heman herêmê di sala 1999'an de dîsa bablîsokek derketibû û bi leza xwe ya saetê 486 kîlometreyî weke bayê herî dijwar ê li ser rûyê erdê hatibû qebûlkirin. Di vê karesatê de jî 44 kesan jiyana xwe ji dest dsabûn, bi hezaran xanî jî wêran bûbûn.