Li dijî Sefaretxaneya Bilind a Rûsyayê ya li Şamê êrîş

Li dijî Sefaretxaneya Bilind a Rûsyayê ya li Şamê êrîş

Li dijî Sefaretxaneya Bilind a Rûsyayê ya li Şamê bi topên hawanê êrîş hat kirin û di encamê de welatiyekî Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da, 9 kes jî birîndar bûn.

Di êrîşa li dijî Sefaretxaneya Bilind a Rûsyayê ya li Şamê de kesekî jiyana xwe ji dest da, 9 kes jî birîndar bûn. Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê da xuyakirin ku saet di 15:00 de di encama êrîşa mûxalîfan de topek hawanê li qada konsolosiyê, yek jî li nêzî konsolosiyê ketiye. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji ber êrîşê zerareke biçûk li avahiya konsolosiyê rû daye.

Hat hînbûn ku di êrîşê de welatiyekî Sûriyeyê jiyana xwe ji dest daye, li gel wezîfedarên ewlekariya sefaretxaneya bilind 9 kes jî birîndar bûne. 

konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî êrîşa li dijî Sefaretxaneya Bilind a Rûsyayê ya li Şamê, şermerzar kir. Neteweyên Yekbûyî got, "Endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji malbatên kesên di vê êrîşa hovane ya terorê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwaze."