Li dijî ebola bi têrkerî personel nîne

Li dijî ebola bi têrkerî personel nîne

Ji ber derengketina di têkoşîna li dijî şewba ebola de, hejmara mirinan zêde dibe. Li Lîberya, Gîne û Sîerra Leone ku bi mehan e di nav lepên şewbê de ne, ji bilî malzemeyên tibî ji ber tinebûna personelên tenduristiyê bêçare ye.

Li gorî daneyên dawî yên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî, hejmara kesên ji ber vîrûsa ebola jiyana xwe ji dest dane 2 hezar 793 ye. Ji ber hejmara kesên li herêmên bejahî jiyana xwe ji dest dane û serî li saziyên tenduristiyê nedane, tê texmînkirin ku mirinên ji ber şewba ebola zêdetir e.

Li gorî bîlançoya WHO, vîrûsa ebola herî zêde li Lîberyayê belav bû. Li Lîberyayê ji 3 hezar û 22 nexweşan, hezar 572 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li Gîneyê ji 965 nexweşan 623 kes, li Sîerra Leone jî ji hezar 753 nexweşan 584 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Alîkariya di nava sê mehên dawî de li gel NY ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Yekîtiya Ewropayê ya bi sed mîlyonan dolarî hat kirin û malzemeyên tibî, têra rawestandina vê şewbê nekirin.

JI BILÎ MALZEMEYÊN TIBÎ KÊMASIYA PERSONELAN HEYE

Ji ber ku ber personelên tenduristiyê yên van malzemeyên tibî bikar bînin û bi nexweşan re yekser bidin û bistînin gelekî kêm e, têkoşîna li dijî ebola qels dimîne. Tê payîn ku nexweşxaneyên sahra yên çend hefte berê ji aliyê DYA, Elmanya û Fransayê ve hatin şandin wê di rojên pêş de ji bo bikaranînê amade bin. Lê belê personelên tibî yên li van nexweşxaneyan wezîfeyê bikin, nîne.

Sedema peydanebûna personelên tibî jî, belavbûna nexweşiya ebola li nav wezîfedarên tenduristiyê ye. Bi tenê li Sîerra Leone, doktor jî di nav de 34 wezîfedarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan. Sefîrê Bilind ê Sîerra Leone yê Brukselê Îbrahîm Soîre da xuyakirin ku ji ber mirina personelên tenduristiyê welatî di nava tirs û fikaran de ne. Soîre diyar kir ku gelek saziyên tenduristiyê yên taybet xizmetên xwe bi temamî rawestandine, gelek ji wan jî kêm kirine.