Li Den Haag li pêşiya Sefaretxaneya Fransa çalakî
Li Den Haag li pêşiya Sefaretxaneya Fransa çalakî
Li Den Haag li pêşiya Sefaretxaneya Fransa çalakî
Jinên Kurd li bajarê Den Haag ê Hollanda li pêşiya Sefaretxaneya Fransa ku hatin gel hev, ji bo kiryarên Qetlîama Parîsê nehatine dîtin dewleta Fransa protesto kirin. Di çalakiyê de du keçên Hollandî konsereke kemanê ji bo çalakvanan li dar xistin.
Li bajarê Den Haag ê Hollanda di pêşengiya Meclîsa Jin a Ronahî ya li bajarê Den Haagê, ji bo yek ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez nedin jibîrkirin mîna her Çarşemê îro jî li pêşiya Sefaretxaneya Fransa cihê xwe girtin.
Jinan wêneyên her 3 şoreşgerên jin ên Kurd hilgirtin. Her wiha pankarta “Li ser qetlîamê re 189 roj derbas bûn. Bêdengiya we ji hevkariya we ye?” ku bi Hollandî hatibû nivîsandin hilgirtin.
Di çalakiyê de du keçên Hollandî konsereke kemanê ji bo çalakvanan li dar xistin. Di çalakiya ku bi muzîkê re berdewam kir ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze jî hatin komkirin.
Di axaftinên ku li vir hatin kirin de hat gotin ku hukûmeta Fransa heta niha têkildarî qetlîamê tu daxuyaniyeke tetmînkar nedaye, gelê Kurd dide mijûlkirin û nêzîkatiyeke bi vî rengî nayê qebûlkirin. Her wiha ev xal jî hatin destnîşankirin: “Heta ku qetlîam were ronîkirin, wê jin her hefte li vir çalakiyên protestoyî pêk bînin.”