Li Çînê şemitîna erdê: Nêzî 40 kes di bin de man
Li Çînê şemitîna erdê: Nêzî 40 kes di bin de man
Li Çînê şemitîna erdê: Nêzî 40 kes di bin de man
Li eyelata Siçuan ya Çînê ji ber şemitîna erdê nêzî 40 kes di bin axê de man. Şemitîna erdê li Eyaleta Siçuan ya dikeve başûrê rojavayê welat rû da.
Şemitîna erdê ya li paytextê Eyaleta Siçuan Zhongxing rû da, hate diyarkirin ku ji ber baranên zêde rû daye. Rayedarekî ragihand ku, agahî ketiye destê wan ku heya niha 11 malbat di bin axê de mane, 200 kes jî ji herêma afetê hatin tahliye kirin. Tê ragihandin ku, li herêmê yekîneyên îtfayeyê xebatên xwe birêve dibe.
Paytextê Çînê Pekîn jî di nav de gelek bajar di van rojên dawî de di bin bandora barana zêde de ne. ji ber sedema barana zêde 40 hezar kes hatin tahliye kirin.
Ji roja Yekşemê heya niha ji ber sedema baranên zêde ên li eyaleta Siçuanê, av di ser gelek çeman de avêt. Sê pir di bin avê de man, 36 hezar û 800 kes hatin tahliye kirin. Rayedaran aşkera kirin ku li derdora 300 wargeh jî xirab bûne.
Piştî ku li Zhongxingê pire rûxiya û hate tesbît kirin ku 12 kes ketine avê û 2.700 peywirdar xebatên rizgarkirinê dane destpêkirin. Eyaleta Siçuan ku herêmekî çiyayiye, di werza baranê de karesatên bi vî awayî rû didin.