Li Çînê erdhej: Herî kêm 56 mirî, 600 birîndar
Li Çînê erdhej: Herî kêm 56 mirî, 600 birîndar
Li Çînê erdhej: Herî kêm 56 mirî, 600 birîndar
Li herêma Sichuan a rojavayê başûrê Çînê erdhejek dijwar pêk hat, di encamê de 56 kes jiyana xwe ji dest dan û 600 kes jî birîndar bûn. Tê diyarkirin ku bîlanço dê girantir bibe.
Li gorî nûçeya ajansa nîv fermî ya Çînê ya bi navê Çîna Nû, şida erdhejê 7 pile ye û li gorî Enstîtuya Jeofîzîk a Amerîkayê (USGS) şida erdhejê 6.6 pile ye. Hat diyarkirin ku navenda erdhejê 12 kîlometre kûrahiya li Yaan a li bajaroka Lushanê ye.
Hate diyarkirin ku ji ber erdhejê û şemitîna axê , gelek xaniyên kevin hilweşiyan an jî texrîb bûne. Li gorî agahiyên destpêkê di erdhejê de 56 kes jiyana xwe ji dest dan û 600 kes jî birîndar bûn.
Di sala 2008 de jî li vê herêmê erdheja bi pêla 7,9 pêk hatibû û di encamê de 70 hezar kes jiyana xwe ji dest dan û 18 hezar kes jî winda bibûn.