Li Çînê di kana madenê de teqîn: 12 zarok mirin
Li Çînê di kana madenê de teqîn: 12 zarok mirin
Li Çînê di kana madenê de teqîn: 12 zarok mirin
Li eyaleta Guîzhou ya Çînê di kaneke madenê de teqîn pêk hat û 12 zarokan jiyana xwe ji dest da, 2 jî birîndar bûn.
Bûyer li rojavayê welat li bajarê Anshun ya Guîzhou li kaneke komisyonê ya Dashan pêk hat. Rayedarekî bajar diyar kir ku bûyera ku roja Înê saet di 20.30’an de pêk hatiye, nêzî 30 kesî dema teqîn pêk hatiye li kanê dixebitî.
Ajansa nûçeyan a Çînê diyar kir ku der barê sedemên teqînê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Kanên madenê yên Çînê kanên herî bi xeter yên cîhan êzanîn.
Li gorî ajansa Çînê ya Nû di 2012’an de li kanên madenê de 1384 kesî jiyana xwe ji dest daye û ev jmar di 2011’an de wek 1973’an derbasî qeydan bûn. Hate diyar kirin ku gelek qeza ji ber rewşên bi xeter û hewandakirina xerab pêk hatiye.
Rêxistinên civaka sivîl diyar kir ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêditirin û ji bo kanên madenê neyê girtin bêdengiyê didomînin.