Li Burkina Faso leşkeran dest danîn ser rêveberiyê

Li Burkina Faso leşkeran dest danîn ser rêveberiyê

Li Burkîna Faso ku yek ji welatê Rojavayê Afrîkayê ye artêşê dest danî ser rêveberiyê.

Li Burkîno Faso îro li dijî hikûmetê çalakî pêk hatin û piştî pevçûnan artêşê diyar kir ku dest danîne ser desthilatdariyê. Di pevçûnên ku duh hatine jiyîn de herî kêm 30 kes mirin û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Ji ber pevçûnan parlamento dan ber agir û televîzyona dewletê girtin dest.Li seranserê welat ev 27 sale Blaîse Comaore di desthilatdariyê deye û li dijî vê çalakî pêk dihatin. Di pevçûnên ku duh pêk hatin de di navbera 12.00-07.00 qedexeya derketina kolanê hat îlankirin.

Blaise Compaore duh êvarê axaftin ekir û diya rkir ku ew ji diyalogê re vekiriye û got ew dê hikûmetê teslîmê kesekî ku welat bi demokratîk pêş dixîne bike.