Li Bûlgarîstanê xwepêşandêran meclis da valekirin

Li Bûlgarîstanê xwepêşandêran meclis da valekirin

Li Bûlgarîstanê girseya ku li dijî gendeliyê 40 roje li ser lingane, piştî ku avahiya parlementoyê ya li paytext Sofyayê dorpêç kirin, polîs neçarman meclis vala kir.

Protestoyên li Sofyayê didomin, komekê avahiya parlementoyê dorpêç kir. Piştî dorpêça bi demjimêran, polîsên hewildan bi otobusan 100 parlementer, personel û rojnamevan ji meclisê derxînin, piştî ku xwepêşandêran bi kevir û şîşeyan mudaxele kir, ev hewildana wan biser neket.

Piştî wê di demjimêr 03:00’ê şevê de polîsan mudaxeleya duwem kir û dorpêç derbaz kir. Polîsên ku kordonek çêkirin di nav de 3 wezîr jî heyî hemû kes ji meclisê derxistin.

Bendên protestovanan jî bi makîneyên kar rûxandin.

Wezîrê Navxweyî Tsvetlîn Yovçev da diyarkirin ku, hinek xwepêşandêr û polîs sivik birîndar bûne û hinek jî hatine binçavkirin. Lê belê derbarê hêjmarê de agahî neda. Wezîr ragihand ku, siyasetmedarên di meclisê de asê mayîn tu ji wana birîndar nebûne.

Berdevkê Meclisê Mikhail Mkov jî bûyerên tundî tujî şermezar kirin û xwest rûniştina meclisê ya îro bê kirin bê betalkirin. Mikov got: “Divê rewş sererast bibe. Endamên meclisê neyên hedef girtin, pêwîste jiyan û tenduristaya wan ne avêjin xeteriyê.”

 Xwepêşandanên li dijî hikumeta Bûlgarîstanê, piştî ku patronê medyayê Delyan Peevskî yê binîqaş anîn ser saziya îstixbaratê bûyeran rû dabû. Bitaybet piştî li welatê li qada gelemperî gendelî di astekî jor de tayînkirin weke ‘mafya anîna ser desthilatdariyê’ binavkirin û bertek li hemberî vê mezin bûn.

Li hemberî bertekên gel ên daketin qadan Serokwezîr Plamen Oreşarkskî her çendî tayînkirin rawestand û lêborîn xwest jî, vê çalakvan têr nekir. Çalakvanên ku 5 hefteye li kolananin, dixwazin serokwezîz û hikumet îstîfa bike û li dijî gendeliyê tedbîrên tund bêne girtin.