Li Bordeaux a Fransa meclîsa gel hat îlankirin

Li Bordeaux a Fransa meclîsa gel hat îlankirin

Di encama xebat û amadekariyên demdirêj ên Mala Kurd a Çandê ya Franco-Kurde û Kurdistaniyan de Kurdan; ji bo di qadên civakî, siyasî, aborî û çandî xwe bi rêxistin bikin meclîsa herêmê îlan kirin.

Di civîna ku ji bo cangoriyên Kurdistan bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir, nûnerê KON KURD’ê Îsmet Kem axaftinek kir. Kem, di axaftina xwe de bal kişand ser gengeşeyên siyasî, pêvajoya aştiyê û li hember wan helwest û nêzîkatiyên dewleta Tirk û hukûmeta AKP’ê.

Di civînê de di encama xebateke bi qasî mehekê ya komîteya amadekar de bi tevlîbûna 42 kesan meclîsa gel hat îlankirin. Di îlana meclîsa gel de, 7 komîsyonên cuda ji bo erêkirina gel hatin pêşkêşkirin û piştî dengdanê ji bo serokatiya meclîsê Mustafa Dalkiliç hat hilbijartin.