Li Bolivyayê sendîkaya karkerên zarok jî heye
Li Bolivyayê sendîkaya karkerên zarok jî heye
Li Bolivyayê sendîkaya karkerên zarok jî heye
Rodrigo Medrano Calle yê 14 salî ji niha ve yek ji rêberên Yekitiya Karkerên Zarok û Ciwan ên Bolîvyayê (Unatsbo) ye. Rodrigo ji kovara Le Point a Frensî re axivî û dibêje: “Min kolanan nas kir û ez niha ji bo parastina mafên hevalên xwe di sendîkayê de me.”
Rodrigo di 9 saliya xwe de dest bi xebatê kir, solan boyax kir û bû alîkarê ajokarên otobusan. Rodrigo piştî ji dibistanê vedigere li kolanên La Pazê benîşt û cigareyan difiroşe. Di karek ê şevê de 5 euroyan qezenc dike.
Ji ber hejarî û xizaniya li welatê Bolîvyayê û kêmasiya karanîna çandiyê, zarok di temenê xwe yê biçûk de ji bo alîkarî bidin malbatên xwe dixebitin. Li gorî UNICEF’ê 850 hezar zarok bi vî awayî dixebitin, ev yek jî tê wê wateyê ku ji her sê zarokan yek dixebite. Niha bi hezaran zarokên endamên sendîkaya zarokan Unatsboyê hene.
SENDÎKA XWEPARASTIN E
Sendîkayên zarokên karker ji Paragûayê heta Gûatemalayê, li seranserê Amerîkaya Latîn hene. Şêwirmendê gihiştî yê Unatsboyê Luz Rivera dibêje: “Ev ji bo zarokên ku di nikarin qet sudê ji saziyên parastina zarokan ên dewletê bigire, sendîkaya xwe parastinê ye.".
Rivera wiha didomîne: "Pıraniya wan tên bikaranîn, ji ber valatiyek huqûqê heye. Divê êdî dewlet û Rêxistina Xebatê ya Cîhanê ji gotinên xwe yên ji bo bidawîkirina karkeriya zarokan ên ku ji rewşa aboriya Bolîvyayê nagire, zêdetir bikin."
Ji rêxistina sivîl a Progettomondo Mlalê Marco Gaentano jî wiha dibêje: "Tenê jiholêrakirina karkeriya zarokan nabe çareserî. Divê alîkariya zarokan bê kirin."
Sendîkaya Unatsboyê berê zarokên karker dide perwerde û xizmeta bêpere û daxwaz dike ku pereyê ku didin karkerên gihiştî bidin zarokan jî.
Makeqanûna Bolîvyayê bi îmzeya Serokdewlet Evo Morales ji sala 2009 ve bi darê zorê xebitandina zarokan û kedxwariya li hemberî zarokan qedexe dike. Ji 14 salî û pêve dikarin bi pere bixebitin. Sendîka jî dixwazin pereyê ku didin mirovên gihiştî bidin zarokan jî. Sendîkayan heta niha di gelek waran de hin derfet bi dest xistin. Li Potosiyê ji ber hişyariya grevê û di encama hevdîtinan de pereyê zarokên ku rojname difiroşin hate zêdekirin.