Li Beyrûdê teqîn: 37 kes birîndar bûn

Li Beyrûdê teqîn: 37 kes birîndar bûn

Li paytexta Lubnan Beyrûdê, di encama teqînekê de 37 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li herêma Bîr El-Abd a Dahiye ku dikeve başûrê Beyrûdê teqînek pêk hat. Rayedarên nexweşxaneyê û Rêxistina Xaça Sor a Lubnanê diyar kirin ku di encama teqînê de 37 kes birîndar bûne. Hate ragihandin ku ji ber teqînê gelek wesayîtên li cihê bûyerê şewitîne û di hinek avahiyan de jî zerara mezin çêbûye.

Hat ragihandin ku cihê teqîn lê çêbûye Navenda Hevkariya Îslamî ya girêdayî Hîzbullahê ye.