Li Bexdayê li taxa Şîiyan êrîş: 23 kes mirin
Li Bexdayê li taxa Şîiyan êrîş: 23 kes mirin
Li Bexdayê li taxa Şîiyan êrîş: 23 kes mirin
Li paytexta Iraq Bexdayê taxên Şîiyan wesayîtên bombebarkirî û gelek êrîşên wek sûîqestê pêk hatin herî kêm 23 kesan jiyana xwe ji dest da.
Dagirkeriya Iraqê ya di 20’ê Adara 2003’an de dest pê kir û niha dikeve sala 10’an, li bakurê Bexdayê li taxên Şîî bi wesayîtên bombebarkirî û gelek êrîşên suîkastî pêk hatin. Li gorî polîs û çavkaniyên nexweşxaneye di êrîşan de herî kêm 23 kes mirin, 88 kes birîndar bûn. Her wiha fikara ku dê bîlonço giran bibe heye. Ligel vê hêj kesî êrîş negirtiye ser xwe.
Ji serê meha adarê û heta niha li Iraqê herî kêm 157 kesî di bûyerên şîdetê de jiyana xwe ji dest da. Ev bîlanço her çiqas bi dema ku bi pevçûnên mezhebî yên di navbera 2006-2008’an de pêk hat re, neyê qiyaskirin jî, li Iraqê pevçûn ranawestin.