Li Berlînê bi hezaran kes ji bo Rojava meşiyan

Li Berlînê bi hezaran kes ji bo Rojava meşiyan

Bajarê Berlîn ê Elmanyayê şahidî ji xwepêşandaneke herî mezin a gelê Kurd re kir. Bi hezaran Kurd û dostên wan bi meş û mîtînga ku li dar xistin Şoreşa Rojava silav kirin û komên çete yên girêdayî El Qaîde bi tundî şermezar kirin.  

Kurdistanî û dostên wan duh ber danê êvarê ji bo êrîş û qetlîamên li Rojava yên li dijî gelê Kurd tên kirin şermezar bikin li Qada Hermenplatz hatin gel hev. Xwepeşanderên ku ji wir bi qasî 5 kîlometreyan meşiyan dirûşmayên "Biji berxwedana Rojava", "Biji berxwedana YPG", "Her der Rojava, her der berxwedan", "Bijî piştevaniya şoreşgerî” , ‘Biji Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e" berz kirin.  

Di xwepêşandana ku ji aliyê Meclîsa Gel a Rojava û Meclîsa Gel a Demokratîk a Berlîn ve hat organîzekirin de  ATÎF, DÎDF, Înîsiyatîfa Her Cih Taksîm, Her Cih  Berxwedana Berlîn, Civaka Îslamî ya Kurdistan (CÎK), Dergeha Dayik Fatma, Partiya Çep, Komîteya Piştevaniyê ya Kurdistan a Berlîn û hwd. gelek sazî, rêxistin û tevgeran destek dan xwepêşandanê.

Di axaftinan de ji bo raya giştî ya Elman û Ewropa ev bangawzî hat kirin: "Rojava ku bi avakirina pergala xweseriya demokratîk bûye herêmeke ewlekariyê bi bangên cîhadê yên Mislimanên sexte tê xwestin ku veguhere gola xwînê. Divê cîhan ji qetlîamê re bêdeng nemîne.”

'ÇIMA ELMANYA LI HEMBERÎ QETLÎAMAN BÊDENG E?’

Dr. Nicks Brauns li ser navê Komîteya Piştevaniya Kurdistanê axivî da xuyakirin ku Şoreşa Rojava ji bo mirovatiyê xwedî cihekî girîng e û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Dewletên Ewropî û di serî de Elmanya ya çekan difiroşe Tirkiye, Katar û Arabîstanê  li hemberî van qetlîaman bêdengiya wan mirovan dide fikirandin.

Paşê li ser navê  Meclîsa Gel a Rojava Dr. Gundi Dilberz ev xusûs dan diyarkirin: "El Qaîde  dijminê tevayî mirovatiyê, nasnameyan û baweriyan e. Lewma piştgiriya ji Rojava re piştgiriya ji mirovatî, aştî û demokrasiyê re ye."

Meş  li  Qada Oranîenplatz a Semta Kreuzberg bi mîtînga hat lidarxistin bi dawî bû.  Di mîtîngê de ku ji bo cangoriyên Kurdistan deqîqeyeke rêz hat girtin nûnerên CÎK DÎDF û Dergeha Dayik Fatma axivîn û piştgiriya ji bo Rojava anîn ziman.