Li Berlînê bayê şanoya Kurdî

Lîstika şano ya 'Tenê Ez' li Berlînê hate lîstin.

Li paytexta Elmanya Berlînê, koma Teatra Jiyana Nû dest bi tûrneyê kir û di roja duyemîn de lîstika "Tenê Ez" pêşkêş kir.

Lîstik ji aliyê gelek hunermend û nivîskaran ve hate temaşekirin.

Koma şanoyê bi lîstika ku ji ber fîlmê "Dîktatorê Mezin" ê Charlîe Chaplîne bi Kurdî amade kir, balê dikişîne ser faşîzmê.