Li Berlînê 14 fîlm têne nîşandan

Di Festîvala Fîlmên Kurd a Berlînê ya 13’emîn de 14 fîlm têne nîşandan.

Festîvala Fîlmên Kurd a Berlînê ya 13’emîn 6’ê Cotmehê bi nîşandana fîlman destpê kiribû.

Di Festîvala Fîlmên Kurd a Berlînê ya 13’emîn de îro sê fîlmên dirêj, heşt kurtefîlm û sê belgefîlm têne nîşandan. Di nav van berheman de belgefîlma ku li ser têkoşîna Emîne Şenyaşar û fîlmê Şev Baş Leşker ku derhêneriya wê Hiner Saleem dike balê dikişîne.

FîlMê rojê yekem Oscars Kleid (Cilê Oskar) ku bi derhêneriya Huseyin Tabak e.

Di beşa pêşbirka kurtefîlman de şeva borî 7 fîlm hatin nîşandan. Heft fîlmên mayî jî wê îro bêne temaşekirin. Navê fîlman wisa ye: Distan, Suitcase, Music Beyond Borders, Killing Bagheera, Russian Vodka, Paths û Baby Ant.

Her wiha îro wê sê belgefîlm jî bên nîşandan. Belgefîlma bi navê “Zimanê Dayikê” ku derhêneriya wê Sarkew Mesgarî kiriye, li ser têkoşîn û xebatên zimanê dayikê yên li Rojhilatê Kurdistanê ye. Belgefîlma rojê ku mijara wê balkêş e "Ji bo Edaletê" ye. Di vê xebata ku derhêneriya wê Elîf Yîgît kiriye de têkoşîna Emîne Şenyaşar tê vegotin.

Belgefîlma din a ku bê temaşe kirin jî li ser siyasetmedarên jin ên Kurdistanê ye. Navê belgefîlmê  "Dîwarên Hilweşînê" ye û derhêneriya wê Şerîf Çîçek û Hebûn Polat kiriye. Ev belgefîlm têkildarî girtina Gulten Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Sibel Yiğitalp û Aysel Tugluk e.

Di bernameya îro ya festîvalê de, fîlma herî dawî ya Hiner Saleem "Şev Baş Leşker", dê bê nîşandan. Lîstikvanê navdar Barzan Shaswar jî di vê fîlm de bavê karaktera sereke Zînê dilîze.

Her wiha wê îro du fîlmên Salem Salavatî jî wê bên temaşekirin. Kurtefîlmek (Neynikên Pale) û fîlma dirêj a bi navê "At Dawn" li pey hev dê bên nîşandan.