Li Belçîkayê îmzeyên ji bo azadiya Ocalan gihiştin 50 hezarî

Li Belçîkayê îmzeyên ji bo azadiya Ocalan gihiştin 50 hezarî

Li Belçîkayê Kampanyaya îmzeyan a “Ji Ocalan re Azadî’  her diçe berfireh dibe. Îmzeyên hatine komkirin gihiştin 50 hezarî.  

Serokê Federasyona Kurd a Belçîka (FEK-BEL) Salih Uçar, got ku di çarçoveya kampanyaya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî heta niha 50 hezar îmze hatine komkirin.  

Uçer destnîşan kir ku îmze bi pirranî di nav du mehên dawî de hatine komkirin û wiha bedewam kir: “Di çarçoveya kampanyaya îmzeyan de xebatên me berdewam in. Ji bo kampanyaya îmzeyan hîn baştir encam bigire me ji ciwan û jinan komîsyon çêkirin.”

Uçar da xuyakirin ku gelê Belçikayê eleqeyeke zêde dide kampanyayê û got, “Heta 1’ê Îlonê em ê bigihêjin 80 hezar îmzeyan.”

Di vê navberê de, wê di Mîhrîcana Mazlum Dogan a Werzîş, Çand û Ciwanan a di 20’ê Tîrmehê roja Şemiyê wê were destpêkirin de standa îmzeyan bê vekirin.