Li bazareke Pakîstanê teqîn: 25 mirî

Li bazareke Pakîstanê teqîn: 25 mirî

Li bakurrojavayê Pakîstanê li bajarê Peşawar li navendeke bazarê teqînekê rû da û li gorî agahiyên destpêkê 25 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Teqîn li bazara Kissa Khwanî rûda û ji ber teqînê gelek dikan û wesayît di nava agir de man. Gelek ambulans sewqî cihê bûyerê hatin kirin û hate zanîn jimara birîndaran zêdeye.

Tê texmînkirin ku teqîn bi wesayîteke bombebarkirî pêk hatiye.

Beriya hefteyekê jî li heman bajarî li dijî dêrekê êrîşeke bombeyî ya xwekujî rû dabû û di encamê de 80 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Roja Înê jî, di êrîşeke bombeyî ya li hemberî karbidestên dewletê de 17 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Bajarê Peşawar gelek caran rastî êrîşên Talîbanan tê, lewma tê texmînkirink u bûyera îro jî ji aliyê komeke ser bi Talîbanê ve hatiye kirin.