Li başûrê Îranê erdhej:8 mirin, 200 kes jî birîndar bûn

Li başûrê Îranê erdhej:8 mirin, 200 kes jî birîndar bûn

Li başûrê Îranê di encama erdhejeke bi dijwariya 5,7'an de herî kêm 8  kesan jiyana xwe ji dest dan, 200 jî kes birîndar bûn.

Li eyaleta Buşehr a başûrê Îranê duh êvarê saet di 17:21'an de erdhejek bi dijwariya 5,7'an rû da.

Li gorî agahiyên destpêkê, di encama erdheja ku navenda wê navçeya Borazcan bû, herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 200 kes jî birîndar bûn û ji wan rewşa 12 kesan xirabe. Hat ragihandin ku di dema erdhêjê de dedora 250 cihên kar û mal yên nêzî herêmê erdhêjê elektirekî nayê dayînê.

Hat ragihandin ku Santrala Nukleerî ya Buşehrê ku 70 kîlometre dûrî navenda erdhejê ye, ji erdhejê bi bandor nebûye.

Li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin, fikar tên kirin hejmara miriyan zêde bibe.