Li Bakûba êrişên bombeyî: 41 mirî
Li Bakûba êrişên bombeyî: 41 mirî
Li Bakûba êrişên bombeyî: 41 mirî
Li Iraqê di nimêja Înê de dîsa xwîn rijiya. Li bajarê Bakûba yê eyaleta Diyala'yê, li hemberî girseya gel a ji nimêja Înê vegeriyan du êrişên bombeyî hatin kirin û di encamê de 41 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Teqîn li ber Mizgefta Sarye ya pirraniya şêniyên wê Sunnî ne, rû da. Rayedarên polêsan û xebatkarên tenduristiyê dan xuyakirin ku, heman piştî nimêja Înê li pêşiya mizgeftê du teqîn rû dane. Di encama teqînê de, li gorî agahiyên destpêkê 38 kesan jiyana xwe ji dest dan, 57 kes jî birîndar bûn. Ji ber teqînan, gelek avahî û wesaîtên li derdorê zerar dîtin.
Di vê navberê de, der barê teqînan de Qeymeqamê Bakûbayê axivî û diyar kir ku di encamê de 30 kesan jiyana xwe ji dest dan e 40 kes birîndar bûne.
Teqînên li Bakûba, piştî bûyerên teqînê yên li Kerkûk û Bexdayê rû dan. Di êrişên roja Çarşem û Pêncşemê yên li dijî Şîan ên li herdu bajaran de zêdeyî 40 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.