Li Amedê MED-DER vebû

Li Amedê komek mamosteyên Kurdî hatin cem hev û Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî ya Mezopotamya (MED-DER) ava kirin.

Li Amedê komek mamosteyên Kurdî hatin cem hev û Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî ya Mezopotamya (MED-DER) ava kirin. Li ser avakirin û armancên MED-DER’ê Hevseroka MED-DER’ê Mîne Karakaş û Nivîskar Îrfan Babaoglu ji ANF’ê re axivîn.

‘ZIMAN BI BIŞAFTINÊ RE RÛ BI RÛ YE’

Hevseroka MED-DER’ê Mîne Karakaş diyar kir ku Zimanê Kurdî wekî tê zanîn qedexe ye û anî ziman ku her roj ziman bi helandin û bişaftinê re rû bi rû dimîne.  Karakaş da zanîn ku divê her kes xwe  berpirsiyar bibîne li hember vê yekê raweste û wiha axivî: “Em mamosteyên Kurdî bi vê berpirsiyariyê tevgeriyan, li herêmê gelek daxwaz hene ku mirov bi Kurdî bixwînin, perwerde bibînin û bi zimanê xwe yê zikmakî xwe bi pêş ve bibin. Ji bo vê yekê jî hewceyî bi komeleyeke wekî MED-DER’ê hebû. Me xwest bi avakirina komeleyê vê valahî dagirin. Hêvîdarim ku komele bikaribe valahiyê  dagire û bibe bersiv.”

‘DIVÊ HER MAL BIBE POL Û FÊRGEHEK’

Karakaş anî ziman ku piştî komele vebû wan dest bi xebatên xwe yên ziman û perwerdeyê jî kirîne û ev tişt got: “Di roja yekemîn ya komeleyê de bi lezgînî me dest bi qursan kir û dewreyên ziman yên destpêk, asta yek, du, sê, çar û asta mamostetiyê dan destpêkirin. Gel eleqeyek mezin nîşanî komeleyê dide û xwendekar jî serî lê didin. Ez bang tevahiya gelê Amedê dikim ku mil bidin milê mamosteyên me û xwedî li komeleyê derkevin. Dîsa barê herî girîng li ser milê jinê ye û divê her mal bibe pol û fêrgehek.”

‘ZIMAN XEBATA GEL E’

Nivîskar Îrfan Babaoglu jî diyar kir ku xebata ziman xebata gel e û wiha axivî: “Ger gel hebe, ziman jî heye. Divê ew hêza ziman bi rêk û pêk bi domdarî bijî. Siyaseta hikûmetê û siyaseta ziman gelek bi pirsgirêk e. Gelan nas nake, çanda gelan nas nake, zimanê gel nas nake û li dijî vê hişmendiyê jî dê alternatîfên gelê Kurd jî hebe. Sala bihurî hemû saziyên ziman û çandê hatin girtin. Li kûderê navek Kurdî û zaravayek Kurdî hebe tevahî hatin qedexekirin û girtin.Piştî girtinan diviya xebata ziman bi awayekî rêk û pêk hatiba kirin. Salek berê li Stenbolê ji bo xebata ziman hatin meşandin. Ji beriya du mehan jî li Amedê çend mamosteyên me hatin cem hev û xwestin MED-DER’ê ava bikin.”

‘ARMANC PÊŞVEBIRINA ZIMAN E’

Babaoglu anî ziman ku dibin sêwana MED-DER’ê de xebatên pirtûkan, werger, qurs, dewreyên mamostetiyên tên dayîn. Babaoglu got, xebatên çapkirina pirtûkan ji hatiye destpêkirin û wiha got: “Ji bo dibistanan jî ferhenga Kurdî tê amadekirin û wê di meha pêş de jî were çapkirin. Armanca sereke ya damezirandina komeleyê lêkolîn û pêşvebirina ziman e. Ya herî girîng jî xebat li erdê nehiştine. Eleqeya gel jî ji bo kemeleyê zêde ye û em ê bernameyên cuda jî li dar bixin. Di meha gulanê de jî dê MED-DER kongreya xwe ya yekemin li dar bixe.”