BI DÎMEN

Li Şengalê Cejna Cimayî hate pîrozkirin

Êzidiyên li çiyayê Şengalê li ber qubaya Hacalî lihev kom bûn, cejna Cimayî bi coşeke mezin pîroz kirin.

LI ŞENGALÊ CEJNA CIMAYÎ

Weke hemû goristanên din yên Şengalê li ber quba Hacalî ya li Çiyayê Şengalê di roja yekemîn û duyem a cimayê de Êzîdî lihev kom bûn, cejna Cimayî bi coşek mezin pîroz kirin.

Cimayên hemû qubeyan du rojan dewam dikin, roja yekem roja guvend û dîlanê ye û gel bi coşeka mezin li hev dicivin û ev roj dikeve roja Pênşemê.

Roja duyem jî roja periya û siwarkirinê ye, divê rojê de perî tên siwarkirin li ber dengê dev û Şibabê û bihan Bixûrê her wisa bi qewil, beyît û qesîde û ev roj jî dikeve roja Înê.

Di van herdu rojan de Êzidî bi cil û bergên xwe yên qedîm bi kêfxweşî pîroz dikin. Êzidiyên beşdarî pîrozbahiya cejna Cimaya Hacalî bûne bang li xelkê Şengalê kirin ku vegerin ser cih warê xwe û gotin kesê bê cih û bê war bê çara ye.

Canê Hesen a bi cil û bergên xwe yên kevnar tevlî cejna Cimayê bû wiha kêfxweşiya xwe anî ziman, “Îro cejna me ye em gelek kêfxweş in ku em cejnên xwe weka demên berê pîroz dikin û li hev kom dibin. Em bang li gelê xwe dikin ku dev ji rê û rismên xwe bernedin. Em çiqas li rê û rismên xwe xwedî derbikevin ewqas em ê karibin li ber xwe jî bidin.”

Welatiyê bi navê Qasim Îdo jî got, “Kesên ku ne li ser axa xwe be nikare bêje ez dijîm. Tu jiyana wan nîn e, her kesî dît di fermana sala 2014’an de, tenê 4 kes li çiyayê Şengalê man. Lê niha em dibînin ku çawa ji nû ve her der şîn û zindî dibe.”

Îdo, da xuyakirin ku li dijî êrîşên qirkirinê ew hebûna xwe diparêzin û got, “Em careke din weke darekê ji nûve şîn bûn û me xwe kewinand. Lê di roja me ya îro de em dibînin ku dilê tu kesî li ser Êzidiyan naşewite, her kes li berîka xwe difikire û Êzidî piştguh dike. Em hêvî dikin her kes li Êzidiyata xwe ya paqij vegere û dilê her kesî li Êzdiyan xweş û geş bike.” 

Cejn piştî merasîmên olî û gerandina govendê bidawî bû.