Leşkeran alîgirên Mûrsî gulebaran kirin, herî kêm 3 kes mirin

Leşkeran alîgirên Mûrsî gulebaran kirin, herî kêm 3 kes mirin

Hate ragihandin ku, di navbera alîgirên Serok Dewletê Misrê Mihemed Mûrsî ê bi derbeya leşkerî ji text anîn xwarê û leşkaran de pevçûnê rû da. Hate diyarkirin ku, di encama pevçûnê de 3 çalakvanan jiyana xwe ji dest da.

Piştî derbeya leşkerî Serokê Dadgeha Makezagonê bidemkî peywira serok komartiyê girt ser xwe û Birayên Misilman aşkera kirin ku, ew dê “di hikumeta xesb de” cih nagirin.

Hêzên Îslmaî ên di binya “Baskê Netewî ê Parastina Meşrûiyetê” hatin gel hev, her wiha alîgirên serokê şoreşê bang kiribû ku, ew dê li Înê li dijî derbeya leşkerî xwepêşdanekî “aştiyane” pêkbînin.

 Li gorî ajansa nûçeyan a Fransî AFP, li Qahîreyê piştî nîvro di navbera alîgirên Mûrsî û leşkeran de pevçûnê rû da. Piştî ku bi sedan kes ber bi Qişleya Komarê ve meşiyan, li derdorê qişleyê dengê çekan hat. Li gorî agahiyên ku rojnamevanên li qadê ji çavkaniyên ewlekarî dane, ragihandin ku 3 çalakvan ji aliyê leşkeran ve hatine kuştin û gelek kes jî birîndarin.

Berdevkekê leşkerî ji Reutersê re aşkera kir ku, di mudaxeleyê e genê guleyên plastîk û bombeyên gazê bikaranî ne.

Li aliyekê alîgirên Mûrsî xwe ji bo xwepêşandanên mezin amade dike, koalîsyona muxaliftiya Mûrsî jî dikin, bilezgîn banga çalakiyên girseyî kir.

Li ser esmanên Qahîreyê balefirên şer difirin, Wezîrê Navxweyî hişyarî kir ku, ên tevilheviyê derxînin dê tund mudaxele bikin. Lê belê daxuyaniya ku artêşê dayî, ragihand ku xwepêşandanên aştiyane û azadiya fikir ji bo herkesê bi ewleye.

Li Misrê ji 26’ê Hezîranê vir ve derdorê 50 kesan di pevçûnan de jiyana xwe ji dest da.