Le Fîgaro: AA bûyerên Misrê zindî dide, lê Taksîmê nabîne
Le Fîgaro: AA bûyerên Misrê zindî dide, lê Taksîmê nabîne
Le Fîgaro: AA bûyerên Misrê zindî dide, lê Taksîmê nabîne
Rojnameya Fransî Le Fîgaro, destnîşan kir ku Tirkiyeya bi welatên herêmê re di nav pirsgirêkan de ye eger hukûmeta Misrê ya bi darbeya leşkerî hat damezirandin nas neke, bandora ku jixwe ber bi dawîbûnê ve diçe wê hîn lewaztir bibe.
Berdevkê Serıokkomarê Misrê Ahmed Elmoslamny, di daxuyaniya xwe ya ku roja Sêşemê de, da xuyakirin ku helwesta Enqereyê tê wateya ku xwe tevlî karên navxweyî yê Misrê dike û nerazîbûna xwe nîşan dabû. Elmoslamny her wiha got ku Misrê têkildarî bûyerên li Taksîmê rû dan tu daxuyaniyek neda.
Rojnameyê destnîşan kir ku her diçe Enqere tecrît dibe.
ENQERE HER DIÇE TECRÎD DIBE
Le Fîgaro da xuyakirin ku rojnameyên alîgirên hukûmeta AKP’ê jî helwesta AKP’ê dîşopînin û Ajansa Nûçeya AA li hemberî zextên li ser çalakvanên Taksîmê bêdeng dimîne, lê çalakiyên aligirên Mursî yên li Misrê bi awayekî zindî diweşîne.
Le Fîgaro ku got, “Jixwe bandora dîplomasiya Tirkiyeyê ya li herêmê lewaz bûye û eger hukûmeta demkî ya li Misrê nas neke jî wê hîn lewaztir bibe. Le Fîgaro bi bîr xist ku jixwe pêwendiyên Tirkiyeyê bi Sûriye, Lubnan, Îsraîl, Iraq, Îran, Qibris û Ermenistanê re ne baş in.