Kurdên Êzîdî di Roja Goristanê de miriyên xwe bibîr anîn
Kurdên Êzîdî di Roja Goristanê de miriyên xwe bibîr anîn
Kurdên Êzîdî di Roja Goristanê de miriyên xwe bibîr anîn
Kurdên êzidî yê li Moskowayê jiyan dikin li gor baweriya ola Êzidîtiyê di roja Goristanan de miriyê xwe li ser gora bi bîranîn. Di seetên sibê de hêjmarek qelebalix ya Kurdên Êzidî li goristana Şêrbînka miriyê xwe li ser gora wan bibîranîn.
Kurdên Êzîdî yê li paytextê Rûsyayê Moskowayê jiyan dikin, bi munasebeta roja Goristanan îro di seetê sibê li goristana Şêrbînka kombûn. Li goristana ku gelek Kurd êzidî lê kombibûn de gel miriyê xwe bi bîranî û li ser gora wan xwarinê xêrê dan. Her wiha şêx û mîrê Êzîdiya yê ji bajarê cûda hatibûn Moskowayê jî li ser gorê miriyan dua kirin.
Bîranîn heya danê êvarî berdewam kir. Gel dema ku ji goristanê veqetiyan jî xwarina bi xwe re anîbûn li pey xwe li ser gora miriyên xwe hiştin. Li gor baweriya ola Êzîdîtiyê di vê demsalê de çi fêkî û xwarina xweş hebin ji bo miriyê wan li cîhana din ji wan mahrûm nemî li ser gora wî/ê xêra wan didin. Her wiha dema diçin jî xarina dimîne li pêy xwe dihêlin. Li gor baweriyê ev risqê miriya ye.
Roja Goristanê her sal di meha Hezîranê de tê bîranîn. Ev roj li hemû cihê Kurdên êzîdî lê jiyan dikin tê bi bîranîn.