KON-MED'ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

KON-MED: 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, ku bi pêşniyara wêjevan û zanyarên ziman ên Kurd hate pêşniyarkirin, ji bo pêşvebirina zimanê Kurdî gelekî bi kêr hatiye.

Konfederasyona Civakên Mezopotamyayê li Elmanyayê (KON-MED), bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, dewleta Komara Tirkiyeyê ku li gorî esasên tinekirina neteweya Kurd ava bû, ji bo zimanê Kurdî tine bike, Kurdistanê ji hişê mirovan derxîne bi rengekî stratejîk çi ji dest hatiye, pêk aniye.

KON-MED'ê bal kişand ser zext û zordariya li çand û zimanê Kurdî hatiye kirin û diyar kir, "15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, ku bi pêşniyara wêjevan û zanyarên ziman ên Kurd hate pêşniyarkirin, ji bo pêşvebirina zimanê Kurdî gelekî bi kêr hatiye. Niha li Rojava û Başûrê Kurdistanê, dibistanên seretayî, navîn û sê zanîngehên cuda bi Kurdî perwerdeyê didin. Bi dehan enstîtuyên Kurd hene û li zanîngehên Ewropayê jî beşên ziman û wêjeya Kurd hatiye vekirin. Vê yekê di xwedîderketina li zimanê Kurdî de tevkariyeke mezin kiriye.

Di serî de jin û ciwan divê gelê me axaftina bi zimanê dayikê ji bo xwe weke wezîfeya neteweyî û cihê serbilindiyê bibîne. Axaftin, nivîsandin û fikra bi zimanê dayikê divê bi vî rengî werin nirxandin."

Di daxuyaniyê de bang li her kesî kir ku li her qada jiyanê bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin û xwedî li çand û zimanê xwe derkevin.