Komkujiya li Misrê, azadiya ramanê anî bîra AKP'ê

Komkujiya li Misrê, azadiya ramanê anî bîra AKP'ê

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê, der heqê êrîşên îro yên li Misrê de ku bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyek da û êrîş weke "Binpêkirina azadiya raman û xwepêşandanên aştiyane" bi nav kir.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê, li dû êrîşên li Misrê daxuyaniyek weşan dû diyar kir ku zêdeyî 50 kesan jiyana xwe ji dest dane, 500 kes jî birîndar bûne. Di daxuyaniya xwe de Wezaretê got, "Em vê êrîşê li ser navê nirxên bingehîn ên mirovane, şermezar dikin. Ev êrîşên ku bi komî li dijî mirovan tên kirin, ji bo Misrê rewşeke gelekî xetere ye. Êrîş binpêkirina azadiya ramanê, azadiya xwepêşandanên aştiyane, binpêkirina nirxên gerdûnî ye. Her weha ev êrîş dikarin provokasyon û dijwariyê sortir bikin."