Komên çekdar Waliyê Rakkayê dîl girt
Komên çekdar Waliyê Rakkayê dîl girt
Komên çekdar Waliyê Rakkayê dîl girt
Hate hînbûn ku li bajarê Rakka ya Suriyeyê komên çekdar Waliyê Rakkayê dîl girtine. Hat hînbûn ku pevçûn li Rakkayê didome.
Di dîmekî ku ji aliyê komên çekdar ve û Mala şopandinê ya Mafê Mirovana Suriyeyê ya navenda wê li Londonê hatiye kişandin, Walitiyê Rakkayê Hasan Celîlî û sekreterê giştî yê Rakka yê partiya Baas Suleyman Suleyman di nav endamên komên çedar de bû.
Li gorî AFP’ê endamekê koma çekdar, diyar kiriye ku ji van kesan re gotiye ku temên daxwaza me eve ku em ji rejîmê xilas bibin.
Midûrê Mala Şopandinê Ramî Abdulrahman diyar kir ku pevçûnên ku di adara 2011’an dest pêkiriye heta niha cara yekemîn nûnerekî asta bilind ya rejîmê ji aliyê komên çekdar ve hatiye girtin. Abdulrahman got; Gelê Rakkayê ji nelêrtiya walî gelek êş kişand.
Hat hînbûn ku li Rakkayê ligelek taxan bi şev pevçûnan berdewam kiriye. Hat diyarkirin ku sewqiyata leşkerî jî berbi Rakkayê ve derketiye rê.
Der barê ku komên çekdar Walî û gelek kesên binçavkirine, de birine ku derê agahî tune. Berê komên çekdar gelek kes înfaz kiribû. NY’ê ji ber vê yekê komên çekdar bi sûcê şer sûcdar kiribû.