Koleyên ‘bihuşta turîzmê’

Koleyên ‘bihuşta turîzmê’

Tayland yek ji cihê betlanê ya herî navdar a ku Ewropayî betlana xwe li wir derbas dikin. Bûhayên erzan, otel, vîla, xwarinên egzotîk  welatiyan dikişîne û Tayland ji ber vê taybetiya xwe ji bo turîstan di cih de tê dîtin. Lê di bin vê cazîbeyê de pergaleke koletî û mêtingeriyê ku turîst jî ferq nakin heye. Her sal 8 mîlyon turîst li vir betlanê dikin û Tayland ji bo kedkar û bi taybet jî ji bo kesên ku ji Burma, Kamboçya û Laosta tên wek dojehê ye.

Serokê Federasyona Sendîkayên Metal a Taylandê (CILT) Loysong Chalee û Sekreterê Karên Derve ya Navneteweyî Benmart Theerawut ku di rojên buhrî de hat Stockholmê tevlî konferanseke ku li Mala Gel pêk hat bûn û şert û mercên jiyan û kar a karkeran nîqaşkirin.

Her du lîderên sendîkayê diyar kir ku Tayland ji ber ku xwedî hêza kar a erzan e û di nîvê Asyayê de ye, yekdesdarên navneteweyî li wir sermaye radizînin û  ji her derê cîhanê kes tên wir û fabrîkayan vedikin. Sedemeke din a tercîhkirina Taylandê ev e ku di navbera hikûmetan de lihevkirin heye û ji ber ku Tayland endamê ASEA’yê ye.

KARGEHÊN YEKDESTDAR LI DIJÎ MAFÊ KARKERAN NE RÊZDAR IN

Yek ji pirsgirêka herî mezin a li Taylandê  karsaz li dijî karkeran ne rêzdar in û  sendîkavanan diyar kir ku ji bo astengiya li pêşiya karkeran rabe ew her tim stratejiyên xwe diguherînin.  Taylanda ku 60 mîlyon nifûsa wê heye ji sedî % 1,4’ê karkeran sendîkayî ne. Benmart Theerawut, diyar kir ku ji ber ku rêxistin pir kêm e,  yekdestdar li şûna ku karkeran bike kadro, ji bo demên kurt didin xebitandin. 

XWENDEKAR Û LEŞKERAN JÎ DIDIN XEBITANDIN

Theerawut anî ziman ku di sektora sanayiyê de karkerên bê qeyd tên xebitandin û her wiha li hinek kargeriyan xwendekar û leşker jî tên xebitandin û ev rê li ber pirsgirêkên cidî vedike û got: “Li ser xebatkaran tê ferzkirin ku di demeke diyarkirî de malê ku hatiye diyarkirin divê bê hilberandin.

SENDÎKA WEK DIJMIN TÊN DÎTIN

Karsaz rêxistibûna karkeran di sendîkayan de wek xebateke dijminahî li dijî şîrketên xwe dibîne û karkerên li sendîkayan xwe rêxistin dikin ji kar tên avêtin û carna jî karsaz bi mafyayê re hevkariyê dike û li dijî pêşengên karkeran êrîşan pêk tînin.

Di rewşên wisa de em serî li wezaret û saziyan didin lê tu encam nayê bidestxistin û saziyên  dewletê li cem karsazan heqaretê dike."

EM NEÇARIN LI NEZARETÊ HEVDÎTINÊ BIKIN

Theerawut diyar kir ku ew di sektora metal a Federasyona xwe de xebatê dimeşîne û ji bo ku sanayiya Taylandê zêde pêş bikeve dixwazin bi karsaz û saziyên dewletê re hevkariyê bikin, lê sazî û karsaz nêz nebûne û wiha pêde çû: “Li kargerên ku me xwe rêxistin kiriye, em bi pirsgirêkên cûda re tên rû hev. Carinan dema em diçin hevdîtinan karsaz gazî polîsan dikin û em di bin nezareta polîsan de hevdîtinan dikin.

Loysong Chalee jî  diyar kir ku ji ber qanûnên navneteweyî yên ku mafê karkeran dike bin ewlehiyê nayê îmzekirin, li pêşiya rêxistinbûna sendîkayan dibe astengiyek mezin û yekdestdarên vê derfet dibînin rêxistinbûna sendîkayan asteng dikin.

LI DIJÎ SENDÎKAYAN HEVKARIYA DEWLET Û KARSAZAN

Chalee diyar kir ku yekdestdar li pey kar in û ji ber vê jî naxwazin karker li mafên xwe bigerin û xwe rêxistin bikin. Chalee got ku karsaz bi saziyên dewletê re di nava hevkariyê de ne û wek saziyekê dixebitin.

KARKERÊN BURMA, LAOS Û KAMBOÇYAYÊ WEK KOLE TÊN XEBITANDIN

Chalee got li Taylandê nîvê zêde karker bê qeyd dixebitin û got: “Bi taybet karkerên ji Burma, Laos û Kamboçyayê tên rewşa wan gelek xerab e û karkerên mêvan wek kole tên bikaranîn.

KARKERÊN LI MAFÊ XWE DIGERIN DAVÊJIN DERYAYÊ

Nêzî 2 mîlyon karkerên Burma, Laos û Kamboçyayê bi pereyekî gelek kêm dixebitin û yên ku îtîrazê vê bikin diavêjin behrê.”

Chalee di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew li gel hemû zext û zordariyan ji pêşerojê bi hêvî ne.