KNK: Berpirsiyarê sereke yê êrîşên Kerkûkê hukûmeta Iraqê ye

KNK: Berpirsiyarê sereke yê êrîşên Kerkûkê hukûmeta Iraqê ye

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)’ê bi daxuyaniyekê teqînên ku wan rojên dawî li Kerkûkê rû dane şermezar kir û got,  “Di heman demê de em Hukumeta Navendî  ya Federal a Iraqê berpirsiyarê sereke ji vê bûyerê û her bûyera din a li Kerkûkê dizanîn. Ji ber ku nikare sînorekî li ber van karên teroristî li Kerkûkê deynîn û der barê ewlehiyê de bêxem in.” KNK’ê sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser êrîşên bombeyî yên di 12-13’ê Tîrmehê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de tê gotin ku piştî hilweşîna rejîma Saddam jî heman bûyer li Kerkûkê berdewam in û di wan bûyeran de herî zêde gelê Kurd dibe hedef.” 

Daxuyanî wiha didome: “Em wek Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK)’ê bi giranî vê tawana teroristî ya li hember xelkê Kerkûkê şermezar dikin. Û em sersaxiyê ji malbat û xizmên kesên jiyana xwe dest dane re dixwazin.”

KNK destnîşan kir ku hukûmeta Navendî ya Iraqê der barê ewlehiya Kerkûkê de xemsar nêz dibe û daxuyanî bi van hevokan bi dawî dibe:  “Di heman demê de em Hukûmeta Navendî ya Federal a Iraqê berpirsiyarê sereke ji vê bûyerê û her bûyera din a Kerkûkê dizanin. Ji ber ku nikare sînorekî li ber van karên terorîstî li Kerkûkê deynin û der barê ewlehiyê de bêxem in.”