Klîba ‘Berxwedana Kobanê’ derket

Hunermend Çetîn Oraner bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê strana “Berxwedana Kobanê” ya di sala 2015’an de amadekirîbû, wek klîbekê belav kir.

Klîba "Berxwedana Kobanê" ya ku gotinên wê ji aliyê helbestvan Wezîr Demîr ve bi Kurdî hatiye nivîsandin, dîmenên ku ji aliyê çapemeniya azad a Kurd ve hatine parvekirin û cih daye hin dîmenên fîlma "Kobanê" ya derhêner Ozlem Yaşar e.

Hunermend Çetîn Oraner diyar kir ku di navbera Çile-Sibata 2015'an de, di serdema ku Kobanê bi berxwedana destanî ya YPG û YPJ'ê ji faşîzma DAÎŞ'ê hat rizgarkirin de, strana "Berxwedana Kobanê" amadekirîbû û got: “Ji ber bêderfetiyê me nekarîbû qeyd û klîba wê çêbikin. Lê êrîşên faşîzma dewleta Tirk a mêtinger, li ser didomin  û ji ber vê ev stran hîn jî di rojevê de ye.

Çetîn Oraner ev peyam parve kir. "Bexwedana Kobanê ku bûye sembola gel û mirovahiya ya pêşketî û xelasiya ji  barbaran e. Em dixwazin strana 'Berxwedana Kobanê'  ji bo tevkariya berxwedanê biweşînin. Bi hezkirin, bawerî û girêdana bi Rêber Apo, nemirên Tevgera Azadya Kurd û gelek keç û xortên leheng di roja 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê de peyama ‘Koban neket, nakeve û li ber xwe dide’ dan."