Kinyasê Hemîd: Serj Sarkisyan dostê Kurdane
Kinyasê Hemîd: Serj Sarkisyan dostê Kurdane
Kinyasê Hemîd: Serj Sarkisyan dostê Kurdane
Ermenîstan xwe ji hilbijartinên serokkomartiyê re amade dike. Ji bo hilbijartinên ku dê 18’ê sibatê pêk bên, 8 namzed dikevin pêşbaziyê. Kurdên li Ermenîstanê xwedî şêniyek zêde ne, ji niha ve piştgiriya xwe ji bo Serokkomarê niha Serj Sarkisyan diyar kirin. Serokê Şewra Kurd Kinyasê Hemîd diyar kir ku Serj Sarkisyan ji Kurdan hez dike û weke dost dibîne û da zanîn ku ew ê destekê bidin wî.
Ji bo hilbijartina ku dê 18’ê sibatê pêk bê, dê 8 namzed bikevin pêşbaziyê. Airikyan û Serokkomarê Ermenîstanê Serj Sarkisyan niha weke navên favorî derdikevin pêş. Serokê Şewra Kurd a li Ermenîstanê Kinyasê Hemîd derbarê mijarê de ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku Sarkisyan heta niha di warê ziman û çandî gelek tişt ji bo Kurdan kiriye û da zanîn ku ew ê destekê bidin wî
Şêwra Gelê Kurd a Ermenîstanê Kinyasê Hemîd got: “Di hilbijartinên 2002 de li Ermenîstanê 45 hezar Kurd diijiyan. Hilbijartinên 2012 jî çêbûn. Di hilbijartinên 2013 de dê aşkere bibe ka çiqas Kurd li Ermenîstanê hene. Çiqas kêm bûne, çiqas zêde bûne.”
Hemîd bi bîr xist ku roja 25’ê çileyê Şêwra Gelê Kurd a Ermenîstanê bi keyayên 8 gundên Kurdan ên herêma Elegezê û gundên Bayisiz, Heko, Îçmezînê û Talinê re kom bûn û bi daxuyaniyekê piştgirî dan Serokkomarê niha yê Ermenîstanê Serj Sarkisyan û wiha domand:
“Di van pênç salên dawiyê de pirsgirêka avê ya gundê Elegezê hebû û îsal ji gund re av hat kişandin. Dibistanên gundan xira bûne, ji bo dibistan ji nû ve bên çêkirin, dewletê fonek da û ev jî xizmeteke mezin e ji bo gelê me.”
Hemîd destnîşan kir ku ev 21 sal bûn, dîsa bi saya Serokkomarê Ermenîstnaê Serj Sarkisyan ev pirtûkên zarokan ênku 21 sal bûn nedihatin çêkirin, hatin çêkirin û weşandin û got: “Bi hatina Sarkisan re me ev pirsgirêk çareser kir. Me ji bo dersên Kurdî serî li dewletê da û perwerdeya bi Kurdî li dibistanan bi awayeke fermî hate qebûlkirin.”
Hemîd wiha xivî: “Beriya sê salan rêveberiya Serj Sarkisyan destûr da ku perwerdeya bi Kurdî a bi tîpên Latînî di dibistanên me de bên dayin. Ji bo vê pirtûkên dibistana seretayî hatin derxistin û di dibistanan de ders pê hatin dayin. Her wiha dewleta Ermenîstanê di qanûnan de destûr da ku li dibistanên 21 gundên Kurdan perwerdeya bi zimanî Kurdî ya bi tîpên latînî bi fermî bê dayin.
Dîsa dewletê ji bo derxistina pirtûkên Kurdî yên ji bo zarokan fonek daye me û niha zarokên em li dibistananan bi tîpên Kurdî yên Latînî dixwînin.”
Hemîd destnîşan kir ku Serokkomarê Ermenîstanê Serj Sarkisyan di warê çandê de jî piştgirî daye Kurdan û got: “Gelê me vê yekê dibîne. Di warê çandê de pêngavên girîng avêt. Zimanê me jî qebûl kir û ji bo pêşxistinê piştgirî da.”
Hemîd destnîşan kir ku Serj Sarkisyan sozên ku dane Kurdan pêk aniye û diyar kir ku ji bo sala bê jî soz daye Kurdan û got: “Serj Sarksiyan gelek ji gelê me hez dike û Kurdan weke dostên xwe dibîne.” Kinyasê Hemîd diyar kir ku namzedên din jî hene, lê gel wana baş nas nakin û got: “Em nizanin ka dê xizmetê bikin an na. Ji ber wêjî em ê dengê xwe bidin Serokkomarê niha yê Ermenîstanê Serj Sarkisyan.”