Kîno Gabriyel bersiv da Lavrov

Berdevkê QSD’ê Kîno Gabriyel bersiv da daxuyaniyên Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku gotibû girtiyên DAÎŞ’î têne berdan. Gabriyel got têkildarî DAÎŞ’iyan Rûsya jî di nav de bi hemû dewletên têkildar re di nava peywendiyê de ne.

Berdevkê fermî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Kîno Gabriyel bersîva daxuyaniya wezîrê derve yê Rûsyayê girêdayî serbestberdana girtiyên DAIŞ`ê da û wiha got;

“Birêz Sergey Lavrov wezîrê derve yê Rûsyayê îro metirsiyên xwe girêdayî agahiyên serbestberdana girtiyên DAÎŞ`ê yên li cem Hêzên Sûriye Demokratîk rave kirin.

Em QSD didin diyarkirin ku raporên gihaştine ber destê birêz Lavrov ne tekûz in. Têkiliyên me Rûsya jî di nav de bi tevahiya dewletên têkildarî vê dosyayê re hene. Em nêrîn û agahiyan bi wan re parve dikin. Qeydên tevahiya girtiyên DAÎŞ`ê li cem me hene.

Tevî êrîşa Tirkiyê li dijî herêmên me û xeteriya wê li ser navendên ku girtiyên DAÎŞ`ê tê de girtîne û ruxmî ku dewleta Tirk binpêkirin û êrîşên xwe didomîne, em heta niha wan navendan diparêzin.

Girêdayî sûcdarên sûrî, Rêveberiya Xweser li gorî qanûnên derbasdar dide û distîne. Têne darizandin û her kesê ku cezaya wî diqede serbest tê berdan. Dadgehên herêmî di vî warî de xwedî biryar e.”