Kerry jî beşdarî hevdîtinên Cenewre dibe

Kerry jî beşdarî hevdîtinên Cenewre dibe

Hate ragihandin ku dê Wezîrê Karê Derve yê DYA'yê John Kerry jî beşdarî civîna ku pêşeroja programa nukleer ya Îranê nîqaş dikin û li bajarê Cenewre yê Swîsreyê pêktê, bibe.

Muzakereyên têkildarî programa nukleerê ên Îranê ku di navbera Îran û 5 endamên daîmî ên Konseya Ewlekarî ya NY û Almanya (5+1) de tên meşandin, beriya vê Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov aşkera kiribû ku dê beşdar bibe.

Berdevkê Wezareta Karê Derve yê DYA Jen Psakî daxuyaniyek nivîskî weşand da diyarkirin ku, piştî ku Kerry bi Nûnera Bilind ya Polîtîkaya Ewlekarî û Têkiliyên Derve ya Yeketiya Ewropayê Catherine Ashton û ekîba muzakereyê ya li Cenewreyê, dê îro biçe Cenewreyê.

Psakî anî ziman ku, ji bo ferqên di navbera aliyan de heyî kêm bibin û bibe alîkar beşdar bibe.

Di muzakereyên tûra sêyemîn ên di asta dîrektorên siyasî ên Ofîsa Cenewre ya NY, Nûnera Bilind ya YE serokatiya heyeta 5+1 Catherine Ashton, ya heyeta Îranê jî Wezîrê Karê Derve Mihemed Cewad Zarîf dikir.

Tevlîbûna Keryy û Wezîrê Têkiliyên Derve yê Rûsyayê Lavrov weke gihaye xalek ya lihevkirinê tê nirxandin.